Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan 2021-06-20 11:06:40   ENQERE – Endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik ku di çalakiya şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de hatibû binçavkirin, diyar kir ku polisan lê daye û çêrên giran lê kirine.    Kujer Onûr Gencer, di 17’ê hezîranê de êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kiribû û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû. Çalakiyên şermezar kirinê yên li dijî vê êrişê û qetilkirina Poyraz didomin. Duh li Enqerê çalakiyeke şermezarkirinê hatibû lidarxistin û polisan êrişî çalakiyê kiribû û gelek kesî binçav kiribûn. Yek ji van kesê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan Endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik bû.    Saçilik, derbarê binçavkirina xwe de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku polisan lê daye û çêrên giran lê kirine û wiha got: “Birîndarî ne girîng e. Ez dev ji wî polisê bêşeref ku çêrê keça min a10 salî kir berendim. Ez ê amîrê ku vê fermanê dayê bidarizînim. Duh li cem polisê sivîl ê pedofîl ku bi qasî 10 deqeyan li ser çamika sutiyê min rûnişt û çêrên giran ên pornografîk li min kir bi dehan polis hebûn. Di nav wan de yek jî dengî xwe nekir. Ji ber ku pergala edaletê têk çûye azadiya sûc kirinê girtine.”