Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe 2021-06-20 11:15:15   RIHA – Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev peyam parve kir: “Di têkoşîna xwe ya edaletê ku me bi hêvî dest pê kir de hêviya me bi piştgiriya raya giştî ya hestiyar mezin dibe. Wê hiqûqa serdest elbet rojek bi dawî bibe.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyar ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyar di roja 104’emîn de didome. Ji ber qedexeya derketina derve Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ki mala xwe ya Pirsûsê berdewam dikin.    Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Di têkoşîna xwe ya edaletê ku me bi hêvî dest pê kir de hêviya me bi piştgiriya raya giştî ya hestiyar mezin dibe. Heta ku berpirsyarê rasteqînbên darizandin dê têkoşîna me bidome. Wê hiqûqa serdest elbet rojek bi dawî bibe.”