Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin 2021-06-20 11:47:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Darazê, agahî dan Komîsyona Tundiya li Dijî Jinan a Meclîsê û gotin: "Mixabin der barê “sorkirina neheq", “daxistina halê baş" û “bêcezakirin" de hin hempîşeyên me biryarên şaş didin."     Nûnerên Darazê, agahî dan “Komîsyona Diyarkirina Lêkolîna Sedemên Tundiya li Dijî Jinan û Tedbîrên Pêwist ên Bêne Girtin a Meclîsê". Nûnerên Darazê, helwesta darazê ya di darizandina cînayetên jinan de rexne kirin. Li gorî nûçeya di rojnameya Sozcu de hat weşandin, Endamê Daîreya 1'emîn û Lijneya Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind Fatih Akdogan, anî ziman ku di cînayeta ku bi 88 kêran hat kuştin de bi awayekî "Daxistina ceza ya Halê Baş" ceza daxistiye û wiha got: “Malbata min dibêje 'Ev çawa biryar e?' Lê ez nikarin vê yekê îzah bikim. Lê mixabin hin hempîşeyên me biryarên şaş didin."