‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’ 2021-06-20 12:05:55 DÎLOK - Nûnerê Herêmê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê  Mehmet Turkmen diyar kir ku pirsgirêka bi milyonan penaberên ku bê qeyd û bê sîgorte tên xebitandin pirsgirêka çîna karkeran e û xwest ku ji bo çareseriyê têkoşîneke bi hev re were meşandin. Peymana Tekiliya Statuya Penaberan, di sala 1951’an de ji aliyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat îmzekirin. Di 20’ê Hezîrana 2001’an de di salvegera 50’yemîn a îmzekirina vê peymanê de Roja Penaberan a Cîhanê hat îlankirin. Ji bo balkişandina ser rewşa penaberan 20 sal in çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’yê (UNHCR) di cîhanê de nêzî 82 milyon û 400 hezar penaber hene. Dîsa li gorî daneyên UNHCR’yê di Tirkiyeyê de ji xeynî 3 milyon û 600 penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî, 330 hezar penaberên ku ji welatên din hatine hene. Penaberên li Tirkiyeyê di şertên herî xerab de tên xebitandin. Ji ber ne qeydkirî ne, erzantir, bê sîgorte dixebitin û bi awayekî hesan dikarin ji kar bên avêtin keda penaberan tê mêhtin. Bajarê serekê yê ku keda penaberan lê tê xwarin Dîlok e ku nêzî 500 hezar penaber lê dijîn.    ‘DI ŞERTÊN XERAB DE DIXEBITIN’   Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e Mehmet Turkmen, diyar kir ku keda penaberan tê mêhtin û bang kir ku li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin. Turkmen, destnîşan kir ku bi milyonan penaberên Suriyeyê di şertên xerab de têkoşîna ku sax bimînin didin û wiha got: “Qanûneke ku bi milyonan mirovan biparêze tune ye. Bi awayekî kêfî bi xetereya dersînorkirinê re rû bi rû ne. Di civakê de hişmendiyeke ji rastiyê dûr a ‘dewlet hemû derfetan pêşkeşî wan dike’ heye. Di encama vê de di civakê de li dijî Suriyeyiyan dijmitaniyeke cidî heye. Sedemê bêkarî, xîzantî, bihabûna jiyanê, zêdebûna kirêyan a li Tirkiyeyê, Suriyeyî tên dîtin û ji ber vê yekê jî rastî êrişên nijadperestiyê tên.”   DESTHEQ NAGIRIN   Turkmen, bi lêv kir ku beşek zêde ya penaberên Suriyeyî yên li Dîlokê dimînin bi awayekî ne qeydkirî, bê sîgorte û di karên giran de dixebitin û wiha axivî: “Di serî de sektora înşaet, xizmet, çandinî û qadeke ku herî zêde lê dixebitin jî sektora pêlav û tekstîlê ye. Di sektora pêlav û tekstîlê de hem mezin hem jî zarok tên mêhtin. Bi nîv destheqê ku welatiyekî Tirkiyeyê digire, dixebitin. Gelek caran destheqê xwe jî nikarin bigirin.”   PROJEYEKE JI BO PENABERAN    Di berdewamê de Turkmen, da zanîn ku weke Sendîkaya Karkerên Tekstîlê bi sendîkayeke xwişk û bira ku li Ewropayê dimîne re projeyeke hevpar dane destpêkirin û diyar kir ku di çarçoveya projeyê de piştevaniya hiqûqî didin kedkarên sûriyeyî yên neheqî lê wan tê kirin. Turkmen, anî ziman ku di hin rojan bi kedkarên sûriyeyî û yên herêmî re tên bahev û têkildarî xebatên wan de ev tişt got: “Em piştevaniya ku li dijî neheqiyan divê kîjan rêyan bişopînin didin wan. Bi belavokên du zimanî dixwazin wan li dijî neheqiyan agahdar bikin. Em di vê mijarê de endamên xwe jî perwerde dikin û destnîşan dikin ku bê ferq û cudahî divê têkoşîneke hevpar bi rê ve bibin. Em dixwazin li dijî vê yekê herkes bi hestiyar be. Li cihên ku em xebatê lê dimeşînin dibînin ku pêşbiryarî hatiye şikandin û li dora pirsgirêkên hevpar tên bahev.”   ‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN A DESTHILATÊ XEYAL E’   Turkmen, bi lêv kir ku ji ber qanûn nînin çarenûsa bi milyonan karkeran xistine destê patronan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de li benda mayîna çareserkirina pirsgirêkan a desthilatê xeyal e. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe berpirsyartiyeke mezin dikeve ser rêxistinên girseyî yên demokratîk. Êdî Suriyeyî perçeyekî çîna karkeran û vê civakê ne. Têkoşîna ku ji bo pirsgirêkên wan were dayîn tê wateya têkoşîna ji bo pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê were dayîn. Di nava vê pergalê de ne pêkane ku mêhtin bi temamî li Tirkiyeyê û Cîhanê ji holê rabe. Ev encax bi têkoşîneke rêxistinî dikare were sînorkirin.”   MA / Emrûllah Acar