Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin 2021-06-20 12:33:49   ENQERE - Qeyda deng a di navbera Veyîs Ateş û Baran Korkmaz de derbas dibe hat weşandin.    Piştî ku rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker îttîraf kir ku rojnamevan Veyîs Ateş ji Sezgîn Baran Korkmaz pere xwestiye, qeyda deng a vê derbarê de ku di navbera Ataş û Korkmaz de derbas dibe hate weşandin. Parlementerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik, lînka youtubê ku qeyda deng a di navbera Ateş û Korkmaz de derbas dibe, li ser hesabê xwe twîtterê parve kir. Şik, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ev parvekirin kir: “Qeyda deng a 12 deqe ku di navbera Veyîs Ateş û Sezgîn Baran Korkmaz de derbas dibe û Îsmaîl Saymaz di nivîsa xwe ya îro de behs kir ev e.”