Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne 2021-06-20 13:12:41   ÊLIH - Hevşarêdarê Êlihê Mehmet Demîr ku duh di çalakiya şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de bi lêdanê hatibû binçavkirin ev tişt got: “Kesên ku partiya me hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne.”   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, duh xwestibûn têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî bidin çapemeniyê lê polîsan dayik dorpêç kiribûn, mudaxileyî çalakiyê kiribûn û 16 kes bi lêdanê binçav kiribûn. Polîsên ku li parlamenterên HDP’ê Ruştu Tirkyakî û Necdet Îpekyûz dan, li gel Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, gelek kes bi erdê re kaş kiribûn û binçavkiribûn.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku piştî îfadeya wî ya miduriyeta polîsan hat wergirtin, hat berdan, tundiya polîsan vegot. Demîr, diyar kir ku beriya daxuyaniya ku xwestin têkildarî qetilkirina Poyraz bidin, polîsan ew dorpêç kirin û bi lêdanê binçav kirin.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN   Demîr, bi lêv kir ku bi mudaxaleyeke ku gihişt asta îşkenceyê hatin binçavkirin û wiha got: “Bi dehan polîsan ez bi erdê re kaş kirim û avêtin nava wesayîtê. Avêtin erdî, kaş kirin û derb kirin. Pişt re birin miduriyeta polîsan. Xwestin li wir îfadeya me bigirin. Me ji wan re got em îfadeyê nadin kesên ku ev îşkence li me kirin û hiqûq binpêkirin.”   ‘HEMAN HIŞMENDÎ YE’   Demîr, da zanîn ku di demekî ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê derketin holê de HDP hedef hat nîşandan û wiha axivî: “Di encama hedefnîşandanê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Kesên ku bi gotina ‘kekê min navê te çiye?’ kujer hembêz kirin, duh erîşeke bêperva li parlementer û hevşaredarên ku vîna gelê Êlihê ne kirin. Hemû raya giştî dît ku kesên ji kujer re dibêjin ‘kekê min’ çawa êrişî daxuyaniya çapemeniyê mafekî demokratîk e kir. Hişmendiya kesên ku partiya me hedef nîşandan û tetîk kêşan heman e. Her du jî ji me nefret dikin.”