Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike 2021-06-20 13:48:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya hevpar ku ji parlementerên Parlemontoya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk dihat, di rapora ku ji lêkolînên li herêmên operasyonên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê amade kirin de cih dan van tespîtan: “Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike.”   Şandeyeke hevpar ku ji Parlementoya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk dihat, têkildarî birîn û firotina daran, valakirina gundan û mirina 5 hêzên taybet ên PDK’ê di navbera 8 û 9’ê Hezîranê de serdana Amêdiyê, Dêrelok, Şeraniş, Şêladiz û çend deverên din ên Dihokê kiribûn. Şandeya hevpar têkildarî seredana xwe raporek amade kir. Şandeya rapora ku amade kir pêşkêşî Hikumeta Bexda û Parlementoya Iraqê kir.   ‘DIXWAZE TIŞTÊN LI SÛRIYEYÊ DUBARE BIKE’   Li gorî nûçeya ku di Rojnewsê de cih digire; Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Kati Rikabî, diyar kiriye ku pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê wergirtine dest û ev tişt gotiye: “Me raporek derbarê êriş, talankirin û birîna daran de radestî hikumet û parlamentoyê kiriye. Dewleta tirk dixwaze kiryarên xwe yên li Suriyeyê, li Iraqê jî dûbare bike.”