Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye 2021-06-20 14:05:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê Iraqê Selîm Hemze, diyar kir ku ji ber bêdengiya partiyên siyasî yên Iraqê operasyona Tirkiyeyê ya li başûrê Kurdistanê didome.    Operasyona ku artêşa tirk a di 23'ê nîsanê de li Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Parlementerê Parlementoya Iraqê Selîm Hemze, diyar kir ku sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya partiyên siyasî yên Iraqê ye û wiha got: “Rayedarên Iraqê ji tiştên qewimin berpirsyar in.” Li gorî nûçeya ku di Rojnewsê de cih digire; Selîm Hemze bi bîr xistiye ku Tirkiye axa Iraqê dagir dike û serweriya Herêma Kurdistanê bin pê dike û ev nirxandin kiriye: "Em kesên ku li dijî dagirkirina Tirkiyeyê deng dernexînin jî şermezar dikin. Hemû partiyên Iraqê li dijî binpêkirina axa Iraqê tercîh dikin ku bêdeng bimînin. Mafê Hikumeta Iraqê nîne rê bide artêşeke biyanî ku Iraqê dagir bike û serweriya wê bin pê bike. Divê parlamento li ser vê mijarê biryarekê bide lê heya niha jî parlamentoyê tu biryarên wisa nedaye.”