Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê 2021-06-20 15:27:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî, bertek nîşanî êrişa ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin da û xwest ku pêşmerge neçin şerê birakujiyê.    Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî ku tevlî Kongreya Pêşmergeyên Dêrîn a li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin bû, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdsitanê da. Cengî, helwesta PDK’ê ya ji bo êrişê rexne kir û ev tişt got: "Pêşmerge hêzeke rêxistinî û netewî ye û divê peşmêrge ne ji bo me û ne jî ji bo kesek din, neçin şerê birakujiyê."