ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne 2021-06-20 15:43:28   ENQERE – ÎHD, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku mafên penaberab tên binpêkirin û diyar kir ku sedema binpêkirinên mafên penaberan jî gotinên nefret û nîjadperestî û polîtîkayên cihêkariyê ne.    Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Dinyayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser binpêkirinên mafên penaberan ên li Tirkiyeyê. ÎHD’ê, diyar kir ku li Tirkiye tenê welatiyên ku ji welatên Konseya Ewropayê tên Tirkiyeyê weke penaber qebûl dike û welatiyên ku ji welatên din tên re mafê serlêdana penaberiyê nas nake û wiha got: “Ji ber vê kesên li derveyî statuya penaberan bi dersînorkirinê re rû bi rû dimînin.”   Di berdewamê de ÎHD’ê da zanîn ku mafên kesên ku di statuya parastinê de dimînin û bi armanca xebatên tên Tirkiyeyê tên binpêkirin û ev tişt got: “Keda wan tê xwarin, tundî li wan tê kirin, ji ber ku cihê kar ne ewle ne jiyana xwe ji dest didin. Her wiha zarokên wan bê perwerde dimînin. Tundî li jinên penaber tê kirin, zarokên wan ên keç di temenê biçûk de tên zewicandin, zewaca duyemîn û fihûş li jinên penaber tê ferzkirin.”