Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin 2021-06-20 15:55:04   ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Hurmuz Dîrîl ê 530 roj in agahî jê nayên girtin tê birêvebirin de, 3 kes hatin binçavkirin.    Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînê hev ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8’ê çileya 2020’an de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojan li kêleka Çemê Hêzil hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna hat vekirin de Apro Dîrîl ê tenê li gund dijî hat binçavkirin û piştî îfadeya wî hat wergirtin hat berdan. Ligel ku 530 roj derbas bûn jî cenaze û faîlên Dîrîl nehatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de di saetên serê sibê de di serdegirtina malan de Apro Dîrîl ê beriya niha hatibû binçavkirin û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.    BAROYÊ DAXUYANÎ DA    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev daxuyanî da: “Di lêpirsîna têkildarî Hurmuz Dîrîl ê ku 530 roj in winda ye û jê agahî nayê girtin tê birêvebirin de tu pêşveçûn çênebûbû. Îro derbarê 3 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Apro Dîrîl ê beriya niha jî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan jî heye.”