Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin 2021-06-20 15:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Serdar Akinan, ku ji bo karê belgeselê çû Sûriyeyê, diyar kir ku birayê wezîrekî Tirkiyeyê û hevjîna rojnamegerekî nûnerê Enqereyê tesîsên pişêsaziyê û zeytê talan dikin. Akinan, da zanîn ku şîrket li herêmê darên zeytûnan dibirin.    Rojnameger Serdar Akinan, ku ji bo xebatên Belgeselekê çû Sûriyeyê, diyar kir ku rayedarên Tirkiyeyê li herêmê mal û milkên gelê Sûriyeyê talan û wêran dikin. Akînan, da zanîn ku birayê Wezîrekî Tirkiyeyê û hevjîna Rojnamegerekî nûnerê Enqereyê  tesîsên pîşesaziyê û zeytê talan û wêran dikin. Akinan tev li bernameyek KRT TV bû û wiha got: "Ez bi karê begesellê mijûl dibim. Belgesela DAIŞ'ê êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Tirkiyeyê. Ez 15 roj in li herêmê me. Di talankirina Sûriyeyê de tiştên ecêb pêk tên. Hevjîna rojnamegerekî navdar jî di nava talankirinê de ye. Fabrîqe talan kirine. Li herêmeke pîşevaniyê sûcê mirovahiyê têne kirin. Fabrîqeyan ji cihê wan radikin û dibin."     Akînan, bibîr xist ku li herêmê bazirganiya petrolê jî dikin û wiha lê zêde kir: "Li herêmê bazirganiya petrolê jî dikin. Karê zeytê jî bêhesab e. Niha darê zeytûnan ji kok ve radikin û tînin. Fîrmaya karê zeytê ya birayekî wezîr e. Bi tonan zeyt talan kirin û anîn. Li vir difiroşin."