Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an 2021-06-20 16:14:48   RIHA - Hejmara kesên li gundê Axweran ê navçeya Pirsûsê di şerê navbera du malbatan derket de jiyana xwe ji dest dan derket 5’an.      Hejmara kesên di şerê çekdarî yê li mezraya Yalnizdam a girêdayî gundê Axweran ê navçeya Pirsûsa Rihayê navbera du malbatan derket de jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. Niqaşa ji ber lihevnekirina avdana zeviyê duh dest pê kir pişt re vegeriya şerê çekdarî. Di şer de Kavas Gok û kurên wî Îbrahîm Halîl, Hîkmet û Mûstafa jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku Reşat Gulek ê rakirin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye û dermankirina 5 kesên birîndar jî didome.   Li aliyê din hat ragihandin ku 8 kesên tevlî bûyerê bûne hatine binçavkirin  û cendermeyan gundê bûyer lê qewimî ji hatin û çûyînê re girtiye.