Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin 2021-06-20 17:01:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi roketan li dijî baregeha hewayî ya Eyn El Esadê ya Amerîkayê ku li rojavayê Iraqê dimîne êriş hat kirin.   Bi roketan êrişî baregeha hewayî ya Eyn El Esadê ya Emerîkayê ku li rojavayê Iraqê dimîne hat kirin. Çavkaniyekî ewlehiyê yê Amerîkayê ku ji AFP’ê re axivî, derbarê êrişê de ev agahî da: “Bi roketan li baregeha hewayî ya Ayn El Esadê hate xistin.” Washîngtonê ev êriş xist stûyê alîgirên Îranê. Ji meha nîsanê ve çar caran bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê hate kirin.