Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû 2021-06-20 17:10:46   ENQERE - Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î, diyar kir ku motîfa kulîlkê ya ji benê hûnandinê hatiye çêkirin nedane wî.    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî parlementeriya wî hat betalkirin hat girtin, ragihand ku motîfa kulîlkê ya ji benê hûnandinê hatiye çêkirin ku Alev Şahîn a KHK’î jê re şandiye, nedane wî.    Gergerlîoglû, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê parvekirineke wiha kir: “Motîfa kulîlkê ya ji benê hûnandinê hatiye çêkirin ku Alev Şahîn a KHK’î ji min re şandiye, nedan min. Bi heramiyê azadiya me bi sînor dikin têrê nake, dixwazin heval û hogirtiya me jî asteng bikin.”