Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir 2021-06-20 19:23:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê, êrişa Artêşa Tirk a duh bi SÎHA’yê li gundê Gelalê yê Herêma Kurdistanê pêk hatibû şermezar kir û bang kir ku herkes li cem gelê kurd cih bigire. Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê, derbarê êrişa ku duh Artêşa Tirk di saetên şevê de li gundê Gelale yê navçeya Serbajer a Silêmaniyê bi SÎHA’yan pêk anî de daxuyanî da. Înîsiyatîfê bêdengiya rêveberiya Herêma Kurdistanê şermezar kir. BANGA YEKITIYÊ Înisiyatîfê, êrişên Tirkiyeyê yên bi vî rengî weke qirkirinê bin av kir û ev bang kir: “Em bang li herkesî dikin ku li her derî êrişên tirk şermezar bikin û firotina çekan a hikumetên xwe yên ji bo Tirkiyeyê bidine rawestandin. Em bang li xwişk û birayên xwe yên kurd dikin ku li dijî dagirkeran bibin yek. Di nav xwe de şer nekin. Niha ji bo Osmaniya nû ava bike Tirkiye her tiştî tike. Ji bo vê dixwaze di nav komên kurd de parçekirinê pêk bîne. Em li vir li cem we ne. Bijî Kurdistan.”