Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê 2021-06-21 09:00:45 WAN - Dayika Mert Ekîncî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Şerîfe Ekîncî, diyar kir ku ligel kurê wê ji ber nexweşiya mîdeyê ji ser hişê xwe çûye jî nebirine nexweşxaneyê.  Mert Ekîncî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye û 570 sal cezayê hefsê lê hatiye birin, ligel ku ji ber nexweşiya mîdeya xwe ji ser hişê xwe çûye jî nebirine nexweşxaneyê. Dayika Ekîncî, Şerîfe Ekîncî bi lêv kir ku ligel kurê wê serî li rayedarên girtîgehê daye jî nabin nexweşxaneyê.    NABIN NEXWEŞXANEYÊ    Ekîncî, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên ser girtiyan gihîştiye asta zilmê û wiha got: “Ev ne zilm be çî ye? Kurê min Mert niha li girtîgehê di bin zilmê de ye. Ligel ku ji mîdeya xwe nexweş e jî derman nakin. Nabin nexweşxaneyê. Êdî bes e.”   TERKÎ MIRINÊ DIKIN   Ekîncî, da zanîn ku ligel ku kurê wê gelek caran serî li rayedarên girtîgehê daye jî ew nebirine nexweşxaneyê û wiha axivî: “Ligel temenê kurê min biçûk e jî niha di girtîgehê de ye, ji niha ve pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dest pê kirine. Mirovan di girtîgehan de terkî mirinê dikin. Li gel vê yekê jî mirov bi salane li ber xwe didin. Lawê min jî li ber xwe dide. Em jî li vir li ber xwe didin.”   ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE DERXÎNIN’   Ekîncî, bi gotina “Divê em bi hev re deng derxînin” bang li raya giştî kir.