‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’ 2021-06-21 09:00:46 MERSÎN - Serokê Lîjneya Rêveberiya Çûkûrova Goç Derê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku pirsgirêka koçberiya bi darê zorê girêdayî polîtîkaya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e û ev tişt got: “Divê êdî pêvajoya şer bi dawî bibe û aştiya civakî bê sazkirin.”    Her sal li seranserê Cîhanê hejmareke zêde ji ber şer, sedemên aborî û civakî neçar dimînin ji cih û warên xwe koç bikin û berê xwe bidin hin deverên din. Li gorî lêkolîneke Komeleya Şopandin û Lêkolîna Penabertî û Koçberiyê ya Çûkûroavayê (Çûkûrova Goç-Der) ku di sala 2011’an de kiriye; di navbera salên 1990-1995’an de ji bajarên kurdan 3 milyon kurt koçber bûne û ji vana 300 hezar li Çûkûrovayê bi cih bûne. Ji vana 110 hezar li Mersînê bi cih bûne û niha hejmara wan niha gihîştiye 300 hezarî. Bi çêbûna nifşa duyemîn re tê fikirîn ku niha li Çûkûrovayê hejmara kurdan gihîştiye milyonekê.    ‘TIRKIYE WELATÊ KOÇÊ YE’   Serokê Lîjneya Rêveberiya Çûkûrova Goç Derê Selahattîn Guvenç, derbarê Hefteya Koçberiyê de axivî û bi bîr xist ku di 14’ê hezîrana 1934’an de Qanûna Îskana Mecbûrî hatiye qebûlkirin û navbera 14-21’ê Hezîranê weke Hefteya Koçberiyê hatiye îlankirin.  Guvenç, diyar kir ku bi Plana Islahata Şerqê re bingeha qanûnî ya koçkirinê hatiye avakirin û wiha got: “Bi vê re bi awayekî sistematik heta roja me ya îro koçkirina kurdan hatiye berdewamkirin. Tirkiye welatekî wisa ye ku çend caran pêlên koçkirinê lê çêbûne. Lê koçkirina kurdan li cihekî taybet e. Lewre bi plana dewletê ya sistematik ev pêk hatiye. Koçkirina kurdan a salên destpêkê yên komarê û valakirina 4 hezar cih û warên kurdan ên salên 1990’î ji bo vê dikarin mînak bên dayîn.”   KOÇKIRIN Û PIŞAFTIN   Guvenç, koçkirina kurdan a salên 1990’î weke “koçkirina sedsalê” bi nav kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Di dema van koçan de 3 milyon zêdeir kurdan ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Kurdên ku hatine koçberkirin beşeke wan li navendên bajarên herêmê bi cih bûne û beşeke wan jî li metropolên Tirkiyeyê bi cih bûne. Weke sûriyeyiyên niha wê demê kurdan jî li bajarên ku lê bi cih dibûn bi mirovên din re pirsgirêkan dijiyan. Li dijî wan sûcên cihêkarî, tundî û nefretê dihate kirin. Hem di rêya koçkirinê de hem jî li cihên ku lê bi cih dibûn kurd pirsgirêkên derûnî dijiyan. Koçkirin tenê nedibûn sedena pirsgirêkên bajar û travmatîn di mehan demê de di hêla ziman û çandê de dibû sedema hilweşandineke mezin. Mirov bi ziman û çandeke ku qet nas dedikirin re rû bi rû man. Her ku çû pişaftin li wan hat kirin. Koç sûcê mirovahiyê ye.”   HEKE ŞERT PÊK BÊN DÊ JI 3’AN YEK VEGERE   Di berdewamê de Guvenç, plana çokşikandinê ya sala 2015’an bi bîr xist û got ku di vê demê de jî cara duyemîn koçkirinê li kurdan hatiye ferzkirin û wiha pêde çû: “Vê demê jî nêzî milyonek kurd neçar man koçber bibin. Divê êdî pêvajoya şer bi dawî bibe û aştiya civakî bê sazkirin. Dema çareseriya demokratîk gelek malbat vegeriyan bajarên xwe. Heke ev pêvajoya bihata berdewamkirin wê veger hesantir bûna. Niha xaka Kurdistanê ji mirovan hatiye xalîkirin. Wê careke din li wê xakê hilberandin bihata kirin. Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Hacettepeyê ya sala 2015’an; ji sedî 55 mirovên ku koçber bûne dixwazin vegerin. Li gorî heman lêkolîna ku Zanîngeha Bilgiyê kiriye; hejmara kesên dixwazin vegerin daketiye ji sedî 40’î. Heke pergala cerdevaniyê rabe, tundî û zext bi dawî bibin, Pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin wê herî kêm ji 3’an yekê ku koç kirine vegerin.”   KOÇBERÎ Û PIRSGIRÊKA KURD   Herî dawî Guvenç, bal kişand ser têkiliya di navbera koçberî Û Pirsigrêka Kurd û ev tişt got: “Em vê xakê weke azadiyê dibînin. Pirsgirêka koçberiya bi darê zorê girêdayî polîtîkaya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Dewlet naxwaze Pirsgirêka Kurd çareser bike. Daxwaza nasnameyê ku bi daxwaza neteweyî tê kirin û daxwaza mafên çandî bi tundiyê tên tepisandin. Heta ku ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane neyên çareserkirin wê ev pirsgirêk bidome.”