Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin 2021-06-21 09:00:49 STENBOL – Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê girtiyên di grevê de li benda rêya çareseriyê ya gel û rêxistinên sivîl in û ev tişt got: “Tiştên ku divê bê kirin kesên li hundir dikin. A girîng kesên li derve çi dikin.” Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger k udi 27’ê mijdara 2020’an de girtiyên siyasî bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye dan destpêkirin, di roja 207’emîn de didome. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku her diçe greva birçîbûnê dikeve rewşeke ne baş û bang li berpirsyaran kir ku peywira xwe bi cih bînin.    BI BELAVBÛNÊ TECRÎD TÊ MEŞRÛKIRIN   Acettîn, da zanîn ku ji bo bidawîkirina grevê pêwistî bi rêvekirina hevdîtinên bi Ocalan re heye û wiha got: “Heke hevdîtin pêk werin dibe ku grev bi dawî bibe. Lê divê hevdîtine ne ji bo carekê be. Pirsgireka bingehîn nerakirina tecrîdê ya bi tevahî ye. Tecrîd pêkanîneke tund e ku bandor li azadî û kesayeta mirov dike. 22 sal in tecrîd tê kûrkirin. Girava Îmraliye bi qanûneke taybet tê birêvebirin. Tecrîda girankirî bi rakirina cezayê darvekirinê dertê holê. Muebbeta giran beyî darvekirin tecrîda demeke dirêj e. Pêkanîna li Îmraliyê jî nîşaneya vê ye. Pêkanîn li ser Ocalan êdî li girtîgehan li ser girtiyên din jî tê pêkanîn û bi vê tê meşrûkirin.”   XESPKIRINA MAFAN   Di axaftina xwe de Acettîn bal kişand ser şertên pandemiyê ku mafên girtiyan bin pê dikin û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Bi taybetî jî girtiyên nexweş ku di bin şertên zor de tedawiya wan tê astegnkirin. Bi girtiyên nexweş re girtiyên ku divê bên emeliyatkirin nayên emeliyatkirin. Girtî demeke dirêj xwe nagihînin dermanên xwe. Di çûna revîrê de jî pirsgirêkan dijîn. Bifikirin girtiyekî dil qrîza dil derbas dike. Lê wî ne bi ambûlansê bi wesayîta rîngê dibin nexweşxaneyê. Ev jî nîşan dide ku neheqiya li girtîgehan di kîjan astê de ye. Ev rewş hatiye wê astê ku êdî girtî hin caran naxwazin biçinnexweşxaneyê.”   SONDA HÎPOKRATÊ BI BÎR XIST   Di berdewamê de Acettîn, bi lêv kir ku di serdanên girtîgehan de girtiyan ji wan re sedemên ku naxwazin biçin randevûyên nexweşxaneyan ragihandine û wiha pêde çû: “Girtî dibêjin ku dema diçin nexweşxaneyê û tên lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û 14 rojan di qarantînaya qirêj de tên girtin. Bi vê rêbazî mirinê li girtiyan didine qebûlkirin. Ji ber vê li şûna başkirinê rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Rexmî ku li dijî şertên mafên mirovan ên navneteweyî ye jî hewl tê dayîn ku girtî bi kelemçekirî bên tedawîkirin. Divê bijîjk mieyneya bikelemçe qebûl nekin. Divê li gorî sonda hîpokratê tevbigerin.”   LI BENDA ÇARESERIYÊ NE   Acettîn, bi bîr xist ku girtiyan li dijî tecrîdê û bêhiqûqiyên li girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ne diyar e ku dê pêvajoya pêşiya çi bi xwe re bîne. Girtî ji malbat, rêxistinên sivîl û gel çareseriyê dixwazin. Tiştên ku divê bê kirin kesên li hundir dikin. A girîng kesên li derve çi dikin. Em neçar in rê û rêbazên ku alimandin, rêxistinbûn û rêbaza fikirînê ya civakê biguherînin bibînin. Ji xwe dest pê bikin û li tevahiya civakê belav bikin. Divê em bi hev re tevbigerin û hêza yekbûyî ava bikin. Ji bo bi dawîbûna grevan divê em çareseriyê bibînin. Divê êdî desthilat jî berpirsyariya dikeve ser bi cih bîne.”