Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne 2021-06-21 09:00:50 WAN - HDP’iyên ku piştî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku endama partiyê Denîz Poyraz têde hat qetilkirin, li Wanê dest bi nobetê kirin, ev tişt gotin: "Em bi xwedîderketina mîrateya hevrê Denîz têkoşîna xwe mezin bikin." Kujer Onûr Gencer, di 17’ê hezîranê de êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kir û endama partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Piştî vê êrişî ji bo Poyraz li gelek bajaran çalakiya nobetê hat destpêkirin. Yek ji van bajaran jî Wan bû. Çalakiya nobetê ya li Wanê ket roja 5’an. Kesên ku li avahiyên HDP’ê nobet digirin, dibêjin ku bi nobeta xwe li têkoşîna Poyraz xwedî derdikevin.   ARMANCA ÇALAKIYÊ   Rêveberê HDP’a Wanê Seyfettîn Bozkûrt ku li avahiya HDP’ê ya Wanê nöbet digire, diyar kir êrişa li Îzmîrê ya li dijî partiya wan piştî gotinên AKP’ê û hevparê wê MHP’ê pêk hatiye û wiha got: “Em faîlên bûyera dawîn ji kuştina siyasetmedarê kurd Vedat Aydin nas dikin. Li dijî van polîtîkayên kirêt ên li dijî partiya me em di nobetê de ne. Em ê timik li partiya xwe xwedî derkevin.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay ku li avahiy navçeyê ya partiya xwe nobet digire jî da zanîn ku bi êrişa li Îzmîrê ya li dijî partiya wan têkoşîna jinê hedef hatiye girtin û ev tişt anîn ziman: “Ji berk u jinên kurd têkoşîna xwe mezin dikin her demê dibin hedef. Êrişa pêk hatiye li dijî nasnameya kurd û têkoşîna jinan e. Ev komkujî ne ya destpêkê ye; hêvî dikim ku ya dawî be. Çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna xwe tavîz nedin. Em hevrê Denîz bi bîr tînin û bi awayejî xurt li têkoşîna wê xwedî derdikevin.”   ‘EM Ê DI HER ŞERTÎ DE LI PARTIYA XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Hevserokê din ê Navçeyê Dîlgeşl Aslan jî destnîşan kir ku êrişa ku pêk hatiye plan kiriye û ev tişt gotin: “Qetilkirin Poyraz nelet dikim. Em di her şertî de li partiya xwe xwedî derdikevin û derkevin. Em ê mîrateya ku hevrê Denîz ji me re hiştiye bi awayekî herî baş bidomînin.”