Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin 2021-06-21 09:55:20   BEDLÎS - Li 19 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîs û û navçeya Hîzanê bi hêceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Li 19 gund û mezrayên girêdayî wan ên bi ser navenda Bedlîs û navçeya Hîzanê ve bi hêceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Walîtiyê ragihand ku li gundên Olçulu, Çayir, Yelkiran, Akbiyik, Kaval, Keklîk, Karadal, Gokçe, Kaşiklar, Altinoluk, Yemîşlî, Aktay, Kopru, Bozpinar, Akbirakan, Boztepe, Konaç, Duzce, Yolalan û mezrayên bi ser wan ve ji 21’ê hezîranê ve heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.