PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike 2021-06-21 10:05:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku hêzên taybet ên PDK’ê, li herêma Zagrosê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve amadekariyên operasyonê dikin.    Hat diyarkirin ku hêzên taybet ên PDK’ê ku tevlî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federe bûn, li herêma Zagrosê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve amadekariyên operasyonê dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hêzên Gulan û Zerewanî yên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê li herêmên Sîda, Saca û Çemçoya girêdayî herêma Rençbirax a Zagrosê operasyonekê li dar bixin.    PDK a ku li ser pêşveneçûyîna artêşa tirk, li ser daxwaza Enqereyê ligel artêşa Iraqê hêzên xwe yên taybet tevlî operasyonê kirin, hêzên xwe sewqî gelek deveran kiribûn. Hêzên taybet ên PDK’ê di 5’ê hezîranê de sewqî Metînayê hatibûn kirin û di êrişa ser wesayîta zirxî de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.