Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin 2021-06-21 10:12:17 AMED - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku çeteyên ku ji aliyê dewletê ve tên xwedîkirin di nav civakê de kujeran hildiberînin û ev tişt got: "Mînaka herî dawî li Îzmîrê bi qetilkirina endama partiyê Denîz Poyraz hatiye dîtin."   Rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, li ser hesabên medya sanal, bi vîdeoyên ku parve dike derbarê têkiliyên siyaset-mafya-dewletê îttirafan dike. Lê heta niha derbarê van îttîrafan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Kesên ku Peker derbarê wan de îttîrafan dike; di serî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Hundir ê berê û Midurê Giştî yê Polisan ê berê Mehmet Agar ku serdema wî de gelek cînayetên faîl nediyar pek hatin, Alîkarê Serokê Daîreya Ewlehiyê yê MÎT'ê yê berê Korkût Eken ku bi kuştina rojnameger Kutlû Adali tê sûcdarkirin tên.     Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî îttîrafên Peker û pêvajoya piştî van îttirafan nirxand.   ÇETE Û NEYARTIYA LI KURDAN   Hevberdevk Hişyar Ozsoy, diyar kir ku îttîrafên Peker bi sînor in û ji ber ku îttîraf ji aliyê kesekî nêzî desthilatê ve tên kirin ji nêz ve tên şopandin û wiha got: "Di bingeha rêxistinbûna çeteyên li Tirkiyeyê de neyartiya li kurdan heye. Peker û kesên mîna wî timik ji aliyê dewletê û derdorên faşîzan ve hatiye xwedîkirin. Ji ber ku Peker di nav vê rizandinê de cih girtiye ewqas di rojevê de ye. Di rastiyê de daxuyaniyên Peker mîna mîstîfakasyonê ne. Yanî dema ku van îttîrafan dike ser rastiyan jî digire. Rewşa Peker û Wezîrê Karên Hundir ne rewşeke îstîsnaî ye. Ev rizandin û angaşt li tevajiya saziyên dewletê berbelav bûye. Bi vekişandina çend mafyayan ya ji çend saziyên dewletê ya piştî daxuyaniyan pirsgirêk çareser nabe."   Ozsoy, got ku têkiliyên qirêj ên dewletê ne nû ne û bi van gotinan bal kişand ser tiştên ku di salên 1990'î de pêk hatin: "Em van ji salên 1990'î ve dizanin. Em têkiliyên dewletê yên bi Hîzbullahê re û cînayetên faîlên wan nediyar dizanin. Dewlet li hundir û li derve bi van hêzên paramîlîter re hevkariyê dike. Ji ber vê van têkiliyên dewletê ne têkiliyên raslêhatî û îstîsnaî nînin. Hema bibêje her demî dewletê van çeteyan bi kar aniye. Tişta îro girîng divê ev neyê paşguhkirin."   GEFÊM PEKER ÊN ‘NEPEN’   Ozsoy, anî ziman ku ji bo ku AKP hebûna xwe bidomîne, avabûnên çeteyan bikar tîne û wiha bilêv kir: “Ev çetêyên tên bi karanîn, di heman demê de li Sûriyeyê, di şerê navxweyî de, rolek mezin lîstin. Bi hezaran kamyon bar çek şandin Sûriyeyê. Dibêjin ku ev jî bi rêya SADAT’ê re şandine. Ev sewqiyat di qeydên telefonê yên Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan de derketin holê. Dewlet li dijî Kurdan çeteyan bi kar tîne. Ji xwe Peker piştî daxuyaniyên xwe yên derbarê Sûriyeyê de got, ‘Hîna min tiştek aşkere nekiriye.’ Peker bi vî awayî Serokkomar û Wezîrê Karên Hûndir tehdît dike. Peker bi gotina, ‘Ger gemariyek hebe, ez jî di nava vê gemariyê de me’ bi awayekê aşkere hikûmet û Wezîrê Karên Hundir nîşan dide.”   Ozsoy, da zanîn ku mûxalefetê li hemberî îtîrafên Peker nikare rola xwe bilîze û wiha bilêv kir: “Mûxalifet nikare bi ser desthilatdariyê de biçe û vê bûyerê lêkolîn bike. Ji xeynî partiye me, partiyên mûxalîf bi awayekê magazînî li van îtîrafan mêze dikin. Em tenê dibêjin ku ev bûyer ne bûyera mafyayê ye, pirsgirêka dewletê ye. Peker bixwe dibêje, ‘Em van hemûyan, di saya welat, netew û siyaseta Sakarya dikin.’ Van hemû qirêjiyên xwe bi vê polîtîkayê dikin. Divê ev hemû kirînên wan bên lêkolîn klirin. Pir bal kêşe ku hîna jî tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Kesên ku piştî bûyerê peywira xwe terk kirine hene. Di heman demê rojnamegerên navên wan hatin gotin jî dest ji karên xwe bernedan. Kesên mîna Veyîs Ateş ên dijûn ji HDP’ê re kirin, xwest bi zorê 10 milyon dolar bigire, di televîzyonan de, hatine peywirdarkirin. Îro kes nabêje, ‘em herin wan binçav bikin.’”    PERGALA POYRAZ QETIL KIR   Ozsoy, dest nîşan kir ku çeteyên ku dewlet xwedî dike, di nava civakê de bûne kujerên rêze (Seri) û wiha pê de çû: “Mînaka vê ya herî dawî jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi qetîlkirina Denîz Poyraz hat jiyîn. Dewlet, mafya û medya, ji bo ku civak û derûniyek bi tirs ava bike, van êrişan pêş dixwe. Ev êrişên wiha ne  karê 2- 3 kesane. Encama polîtîkayên dewletê yên pir aliye”   Ozsoy, diyar kir ku ev 6 salin welat di pêvajoyek pir zor re derbas dibe û wiha bi dawî kir: “Em ê vê keştiyê radestî bendergehê bikin. Berdelên vê yekê pir giran in. Wisan xuya dike emê jî bedelên giran bidin. Divê muxalef bi awayekê biryardarî li dijî van çeteyan derkevin. Ger wisan bike, wê karibe bi civakê nefes bide û bistîne.”   MA / Ergîn Çaglar