Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma 2021-06-21 10:32:09   ANTALYA - Li Antalyayê Oguzhan Guner ê ku karê kuryeyê dike ji ber dişibe kesek din, ji aliyê kesekî nasnme nediyar ve bi êrişê re rûbirû ma. Rapora ji bo 21 rojan nikare kar bike dan Guner.    Li navçeya Serîk a Antalyayê Oguzhan Guner (19) k udi restorandek de karê kurye dike, di 18’ê hezîranê de piştî ku siparîşê teslîmî cihek kir, bi êrişa kesek nasname nediyar ve rûbirû ma. Dîmenê erişe ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hat qeydkirin. Ev kesê nasname nediyar diranê Guner ê nexweşîna epîlepsî pê re heye dişkîne û laşê wî reş û şîn dike.    Nexweşxaneyê rapora ji bo 21 rojan nikare kar bike da Guner û derbarê êrişkar de gilî kir. Guner behsa êrişa pê re rûbirû maye kir û destnîşan kir ku êrişkar bi boneya wî şibandiye kesek din lê daye.