Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket 2021-06-21 13:39:55   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya xebatkarên DEDAŞ'ê xwest ku seatên ceyranê yên xelkê derxin ser dîrekan. Xelkê bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û rageşî di navbera wan de derket.   Li taxa Cûdî ya navçeya Silopiya Şirnexê serê sibê xebatkarên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) çûn taxê û xwestin seatên ceyranê yên welatiyan derxin ser dîrekan. Şêniyên taxê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan.     Di navbera welatî û xebatkarên DEDAŞ'ê de gengeşî derket. Pişt re gelek polîs sewqî taxê hatin kirin. Li taxê rageşiya di navbera welatî û xebatkarên DEDAŞ’ê de berdewam dike.