Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin 2021-06-21 14:09:46   MÊRDÎN - Li Nisêbînê qetilkirina Denîz Poyraz hat şermezarkirin. Parlamenter Pero Dundar têkildarî doza girtina HDP’ê axivî û got: “Hûn avahiyên me bigirin, wê kuçe yên me bin.”    Nerazîbûnê li dijî qetilkirina Denîz Poyraz berdewam dikin. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrdînê ji ber avahiya rêxistina HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê heta Parka Aştiyê meşek li dar bixe. Polîsan destûr neda meşê. Di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de nîqaş derket.    Welatiyan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" astengkirinê protesto kirin, polîsan bi binçavkirinê gef li welatiyan xwar. Piştî rageşiyê daxuyanî li ber avahiya HDP’ê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar destnîşan kir ku êrişa li Îzmîrê tenê ne karê kesekî ye û li pişt wî êrişkarî hêzek siyasî jî heye.    'HÛN AVAHIYA BIGIRIN JÎ LÊ HÛN NIKARIN DEVÊ ME BIGIRIN’    Dundar anî ziman ku îqtidar HDP’ê dike armanca êrişan û wiha got: “Ev armancên îqtidarê rê li ber êrişan vedike.” Dundar bi bîr xist ku niha doza girtina HDP’ê di rojevê de ye û wiha got: “Dibêjin em ê HDP’ê bigirin. Tinazê xwe bi însanan dikin. HDP ne ya ewil e û wê ne ya dawî be jî. We avahiyên me bigirin jî lê hûn nikarin dev û daxwazên gelê kurd bigirin. Hûn nikarin îradeya me bigirin. Heke hû avahiyên me bigirin jî lê wê kuçe yên me bin. Cade wê yên me bin. Her dever yên me ne. HDP tenê ne di avahiyan de ye. HDP li kuçe, cade û li meydanan e. HDP li malan e. HDP dengê welat e. HDP Rojava ye. HDP li her cihî ye. HDP tenê ne li Meclîsê ye. HDP ew partiye ku dengê 6 milyon însanan wergirtiye.”