Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin 2021-06-21 15:39:49   ÎZMÎR - Ji bo bîranîna Denîz Poyraz li avahiya HDP’a Îzmîrê li cihê ku hat qetilkirin “Kuncikê Denîz Poyraz” hat avakirin.    Kujer Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de girtibû û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû. Ji bo bîranîna Poyraz li cihê lê hatiye qetilkirin “Kuncikê Denîz Poyraz” hat avakirin. Rêveberên HDP’ê mase danî wir û teyfika (tepsik) taştê û çaya wê ku nîvco mabû û wêneyên wê danîn ser maseyê.    LÊNÛSKA BÎRANÎNÊ    Her wiha ji bo bîranîna Denîz Poyraz lênûskek bîranînê jî hat danîn. Kesên ku serdana piştevaniya HDP’ê dikin têkildarî Poyraz hestên di lênûskê de dinivisînin û qurnefîl datînin cihê lê hatiye qetilkirin.