Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin 2021-06-21 20:01:45   DERSIM- Heyeta KCD û DBP'ê li Qisleyê bi gel re hevdîtin kirin.   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li navçeya Qisle ya Dersimê Ocaxa Khal Ferhat a gundê Geyîksû, Ocaxa Kureyş a gundê Dewakuryesun, Ocaxa Boneqalmen Misirê ya gundê Qalmeyê û Cemxaneya Duzgun Baba ziyaret kirin. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Hevserokê HDP'a Dersimê Îbrahîm Kasûn û rêvebirên partiyê jî bi heyta KCD û DBP'ê re serdana van deran kirin.   Di dema serdana ocaxan de xwediyên ocaxan heyeta KCD û DBP'ê pêşwazî kirin. Heyetê li ocaxan mûm vêxistin û paşê xwediyê ocaxan behsa girîngiya elewîtiyê kirin. Her wiha heyetê hin malbat û esnaf jî ziyaret kirin.   Heyet dê serdanên xwe sibê li navçeya Pulumur ê bidomîne.