ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-22 09:00:18 * Hevserokê HDP'a Agiriyê Cemal Akara, di dema daxuyaniyê derbarê girtine Leyla Guvenê de dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kiriye. Dozgeriyê ev daxuyanî wekî sûc hesibandiye.  * Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Mechthild Exo ku li Hewlêr û Silêmaniyeyê hin lêkolîn kirin, got: "Civak, êrîşkariya Tirkiyeyê qebûl nake. Armanca me jî em tevî wan pêşî li vê dagirkeriyê bigirin."    * Di dema pandemîyê de heqdesta jinên xebatkar ên bê sîgorte û demeke dirêj dixebitin, kêm bû. Heqdest berê 200 lîre bû, niha bûye 125 lîre. Şerîfe Kûrşûn, anî ziman ku ji ber ku doza sîgorteyê kiriye bêyî ku haya wê jê hebe, ji kar hatiye derxistin.    * Siyasetmedarên jin, nîşana gurgeboz ku kujerê Denîz Poyrazê çêkiribû bibîr xistin û anîn ziman ku nîşana gurgeboz, bûye sembola zilamên jinan dikujin û dest dirêjî jinan dikin.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 106'emîn de wê dewam bike.    * Serdanên ji bo şîna Denîz Poyraz wê li nûnergeha HDP'ê ya li taxa Çîmentepe ya Îzmîrê îro jî berdewam bikin.    * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja heftemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)    * Danişîna 22'yemîn a "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê j3e tên darizandin wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.30)   * Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç û Hevşaredarê Erxeniyê yê ji wezîfeyê hat girtin Ahmet Kaya dê têkildarî biryara dadgehê ya beraetê ku derbarê Kaya de dabû li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Danişîna doza rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û rojnamevan Reyhan Çapan wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.30)   * Serdana Şandeya KCD'ê û DBP'ê wê îro li gundên bi ser navçeya Pulurê ve berdewam bike.