Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye 2021-06-22 09:02:59 NAVEND NÛÇEYAN - Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Mechthild Exo ku li Hewlêr û Silêmaniyeyê hin lêkolîn kirin, got: "Civak, êrîşkariya Tirkiyeyê qebûl nake. Armanca me jî em tevî wan pêşî li vê dagirkeriyê bigirin."  Piştî ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistana Federe dest bi operasyonê kir, PDK'ê jî hêzên xwe dişîne qadên HPG'ê. Ji 14 welatan aktivîst nerazîbûna xwe ya ji bo liv û tevgera PDK'ê ya li cem Tirkiyeyî anîn ziman û ji bo vê çûn herêmê.    Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz ku feminîst, nivîskar, siyasetmedar û ekolojîst jî di nav da, çû herêmê. Lê belê li herêmê bi astengîya hêzên PDK'ê re rû bi rû ma û hat dersînorkirin. Endamên înîsyatîfê berî ku bên dersînorkirin li Silêmanî, Hewlêr û Kampa Mexmûrê hin hevdîtin kirin.   Yek ji endama înîsyatîfê Mechthild Exo alman û feminîst e. Exo, hevdîtinên li herêmê kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.      JINEOLOJΠ   Exo got: "Li Almanyayê li ser jineolojiyê hûr dibim. Dîtina jineolojiyê, di warê jiyana azad de perspektîfeke berfireh di xwe de diheîne. Di nav vê heyetê de gelek mirovên ji qadên cuda hene. Ez jî wisa fikirîm ku divê ev dîtin jî di nav de hebe. Em dikarin ji rêxistinbûya li herêmên kurdan bînin û serî li fikirên bi vî rengî bidin. Lewma em dixwazin van mirovan nas bikin û bal bikişînin ser fikirên rizgariya jinê. Ev ji bo me pri girîng e."    LI DIJÎ JIYANA AZAD E    Exo, anî ziman ku li ewropayê pêwendiyê bi jinên kurd re datînin û bi hev re dixebitin û got: "Di nav heyeta me de jî jinên kurd hene. Me li vir jî bi gelek rêxistinan re hevdîtin kirin. Her wiha me bi malbatên perçe bûne, rêxistinên civaka sivîl, saziyên ekolojiyê, partiyên siyasî û sendîkayan re jî hevdîtin kirin. Û heya niha em gelek tişt hîn bûne. Me li vir dît ku civak êrîşkariya Tirkiyeyê qebûl nake. Armanca me jî em tevî wan pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Em bi hev re bixebitin û bikin ku Tirkiye ji Kurdistanê derkeve. Feraseta faşîst, polîtîkayek e li dijî demokratîkbûyînê, mafên jinan, jiyana azad û civaka hevkar e."    TEVGERÊN JINAN ROLMODEL IN    Exo, bal kişand ser girîngiya hebûna tevgera jinên kurd û got: "Belê, jinên kurd ji zû de xwetî pergaleke rêxistinbûyî ne. Ji ber vê xwedî ezmûn in. Ji têkoşîneke rizgariyê û ceribandineke xweseriyê tên. Binyata jineolojiyê jî xwedisipêre vê. Jin dibêjin heya azad nebin dê civak azad nebin û xwe li ser vê bingehê ava dikin."    Exo, destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji bo wan hemûyan rolmodelek e û got: "Niha em heyet, bi komine din ên piştevaniyê û hêzên demokrasiyê yên din re hevdîtinan dikin. Piştgiriya me dikin."    XWEZA TÊ TEXRÎBKIRIN   Exo, bilêv kir ku divê kurd li dijî operasyonên Tirkiyeyê xwedî helwesteke zelal bin û got: "Ev êrîşkariya Tirkiyeyê pir talûke ye. Lewma divê li her çar perçeyên Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistin xwedî helwesteke zelal bin. Heger li vir Tirkiye bi ser bikeve, dê rewşeke antî demokratîk û dagirkeriyeke pir giran rû bide. Kes vê naxwaze. Lewma divê em bi hev re li dijî vê hewldana şerî rabin. Divê em vê mudaxileya eskerî ku bûye sedema gelek êşan, bi daw, bikin. Her roj xwezayê texrîb dikin, daran dişewitînin. Ev karesat e. Ev koma xebatê ya ku em di nav de ne, ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk e. Em dixwazin bibin perçeyeke vê. Me bi rêxistinên li vir ên çalak, li Silêmaniyeyê meş li dar xistin. Hunermend, entelektuel û gelê herêmê jî tevli meşan bûn. Em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û vê piştgiriya vê xebatê bikin. Em ê tiştên ku me li vir bi jinan re nîqaş kir, li Ewropayê bibêjin. Gel naxwaze pêşmerge û gerîlla bi hev re şer bikin. Divê em vî şerê muhtemel rawestînin û bibin perçeyeke vê têkoşînê. Lewma em li vê derê ne."    Exo, destnîşan kir ku pirsgirêk ne bi şer, divê bi diyalogê bên çareserkirin.    ROLA JINÊ    Exo, bilêv kir ku pir girîng û hêja ye ku jin daxilî pêvajoyê bûne û got: "Gava em li pêvajoyên aştiyê mêze dikin ku gava jin daxilî nav dibin serkeftin ji sedî sed e. Lewma em baş dizanin ku di têkoşîna li dijî baviksalariyê de û di çêbûna aştiyê de, rola jinê pir girîng e. Ji ber vê li vir divê em bi rêxistinên jinan re pêwendîyê deynin piştevaniya hev bikin."    MA / Mujdat Can - Gozde Çagrı Ozkose