Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin 2021-06-22 12:03:53   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin wiha got: “Em li  vir çalakiya rûniştinê nakin, em ji bo mafekî têdikoşin.”    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 106’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîn û Ferî Şenyaşar serê sibê hatin ber edliyê û wek her roj dowîzên xwe vekirin û dest bi nobeta îro kirin. Ferît Şenyaşar ji ajansa me re axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê îro di roja 106’emîn de ye. Em li vir çalakiya rûniştinê nakin, em têkoşîna mafekî didin. 106 roj in em li ber edliyê ne û tevî ku her tiştên têkildarî doza me zelal e jî tu pêşketin nîne. Bi rêya hiqûqê zilmê li me dikin.”    Emîne Şenayşar jî bi bîr xist ku dozger ji bo bi wan re hevdîtinê neke ji wan direve û 106 roj in ew edaletê dixwazin lê edalet nîne. Şenyaşar da zanîn ku heta lawê wê girtî Fadil Şenyaşar neyê berdan wê ji vir neçe û got: “Heke ez dimirim jî bila li vir bimirim.”