Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe 2021-06-22 13:47:27   AMED - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, bal kişand ser rêvenebirina desthilatê û ev tişt got: "Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe. Desthilatêên ku çareseriyê nehilberînin totalîter dibin."    Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û Hevşaredarê Erxenê Ahmet Kaya, li Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başûr (GGC) derbarê avakirina partiya xwe, mijarên di rojevê de û biryara beraetê ya derbarê Kaya de civîneke çapameniyê li dar xistin.    'EWLEHIYA KESÊ TUNE YE'   Kamaç, di destpêka axaftina xwe de êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê şermezar kir û wiha got: "Heke ev pirsgirêk neyên çareserkirin em ê bi encamên girantir re rû bi rû bÎmin. Di ser kurdan de siayseteke girîng li Tirkiyeyê tê meşandin. Di hêla siyaset, aborî û hiqûqê de Tirkiye bi qrîzên micid re rû bi rû ye. Qrîza rêvenebirinê heye. Li şûna çareseriyê desthilat pirsgirêkan hildiberîne. Hiqûq ketiye rewşeke ku fermanan digire. Ne pêkan e ku ciak û rêxistin di rewşeke wiha de xwe ewle hîs bikin."   'PIRSGIORÊKA KURD'   Di berdewama axaftina xwe de Kamaç, destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û ev tişt anîn ziman: "Li gel ku li holê Pirgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehî û tundiyê nayê çareserkirin jÎ ev polîtîka tên meşandin. Desthilata ku çareseriyê nehilberîne totalîter dibe. Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî ji bo pêşîgirtina kurdan tê meşandin. Desthilata di siyaseta xwe ya her qadê de kurdan hedef digire. Bi ser HDP'ê de siyaset kurd tê terorîzekirin. Gotinên Bahçelî her tiştî derdixe holê."   'QEYÛM BABIR IN'   Alîkarê Serokê Giştî û Hevşaredarê Erxenê Ahmet Kaya jî destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destûr nedayîna avakirina partiya wan û diyar kir ku astengiyên li pêşiya partiya wan ên Wezareta Karên Hundir pêvajoyeke derveyî hiqûqê ye û ev tişt gotin: "pêvajoya îstinafê girtî ye û pêvajoyên îttîrazê derbas bûne. Em bi tiştek wiha re rû bi rû man. Em bang li AKP'iyên ku ya guhê xwe ji rastiyan re girtiye dikin. Em dikarin hemû qrîzên AKP'ê di van meseleyan bibînin. Hevkariya mafya û siyasetê, ev rezaliya bêhiqûqiyê ye. Hinceta tayînkirina qeyûm a set şaredariya me dernexistin holê. Hincetên ku pêşkêş kiribûn jî rexmî ku nehatibû belgekirin jî bi muadaxaleyeke derve birin îstinafê. Tenê îadekirin peywirê difikirein. Şaredariyên qeyûm babir in. Tevahiya budçeyê derpêşî alîgirên xwe dikin."