Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr 2021-06-22 14:12:11   ENQERE - Parlamentera berê ya HDP'ê Beyza Usutun, di Doza Kobanê de axivî û ev tişt got: "Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr. Em ji bo komkujiya ku li Şengalê pêk hat li Kobanê pêk neyê têkoşiyan. Em bi siyaseta ku dikin hewl didin jiyana azad biafirînin."   7'emîn rûniştina 3'emîn danişîna Doza Kobanê ku 24 jê girtî 108 kes jê tên darizandin li 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê didome. Di danişînê de  Parlamentera berê ya HDP'ê Beyza Usutun, derbarê esasa dozê de mafê axaftinê girt û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya 'İzmîrê de hatibû qetilkirin bi bîr anî û ev tişt got: "Em Denîz in. Denîz rêhevala me ye. Ji bo her kêliya ku nûnertiya me kiriye û têkoşîna wê bi rêzdarê bibîr tînim. Sebrê ji dayika wê re dixwazim".   Ustun, diyar kir ku doza ku li HDP'ê hatiye vekirina mudaxaleyeke siyasî û ji heyeta dadgehê re got ku ew jî bûne amûrên vê mudaxaleyê û wiha got: "Em komkujiyên ku li Şengalê pêk hatibûn zanibûn. Li wir gel hatin qetilkirin û jin û zarok hatin desteserkirin. Hê jî ev tê domandin. Em ji bo komkujiya ku li Şengalê pêk hat li Kobanê pêk neyê têkoşiyan. Em bi siyaseta ku dikin hewl didin jiyana azad biafirînin."   Piştî van gotinên Ustun heyeta dadgehê navber da danîşînê. Piştî navberê wê Ustun parastina xwe bidomîne.