Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin 2021-06-22 15:02:48   RIHA - Qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz, li navçeya Serê Kaniyê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.    Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz, di 17’ê hezîranê de di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Qetilkirina Poyraz li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê hat şermezarkirin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek HDP'î beşdarî bîranînê bûn. Beriya bîranînê li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Parlementer Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û diyar kir ku êrîş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin û wiha got: “Kesên ku partiya me hedef nîşan didin hevparê vê komkujiyê ne. Ev guleya ku Denîz hedef girt hemû kurdan hedef girtiye. Em ê heta dawiyê li dijî vê pergala dijminên kurd têbikoşin.”   HDP'iyan pişt re ketin avahiya partiyê, qûrnefîl danîn quncê ji bo Denîz Poyraz hatibû amadekirin.