Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin 2021-06-22 16:00:34 HATAY - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ji Girtîgeha Îskenderûnê ji bo tespîta nexweşînên wî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hat kirin.    Girtiyê nexweş Îsmîla Tanboga (22) ku li Girtîgeha Îskenderûna Hatayê ya Tîpa T tê ragirtin, ji bo nexweşînên wî werin tespîtkirin sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hat kirin. Ev demek bû Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê di nava hewldanan de bû sewqa girtî Tanboga pêk were. Di encama hewldanên dirêj ên parêzera wî Mehtap Sert de daxwaza sewqkirinê hat qebûlkirin û Sert ragihand ku miwekîlê wî sewqî ATK’a Stenbolê hatiye kirin.