Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê 2021-06-22 22:08:01   ŞIRNEX- Malbatê cenazeyê Serdar Saglam ku di 30'yê Adarê de li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû, wergirt.    Di 30'yê Adarê de li herêma Bagokê Serdar Saglam ( Agît Bîrhat Nucan) ê HPG'î di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Saglam, li Mêrdînê li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştî ku encama DNA'yê aşkere bû, malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Serdozgeriyê serlêdana malbatê qebûl kir û malbat jî îro danê êvarî çû goristana bêkesan cenaze wergirt û li navçeya Hezex a Şirnexê, di bin dorbêça polîsan de li Goristana Şêx Hesen defin kir.