Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan 2021-06-23 10:28:05   KONYA - Di şewata ku li navçeya Selçûklû ya Konyayê li mala malbateke Sûriyeyê derket de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.    Li mala malbateke ji Sûriyeyê ya li taxa Hocacîhan a navçeya Selçûklû ya Konyayê şewat derket. Dema ku Cîhat El Îsmaîl (23) û hevjîna xwe Kader El Îsmaîl (21) ji bo mevandariyê çûn mala xizmên xwe yên li qata jêr, ji ber sobeya ceyranê di odeya zarokên wan bi navê cêwik Fatma û Ayşe (4) û Nûran (2) de şewat derket.    Di demekî kurt de agir belavî hemû malê bû. Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin. Tîmên agirkujiyê cenazeyên Fatma, Ayşe û Nûranê ji malê derxistin. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.