‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’ 2021-06-23 11:24:01   ÎZMÎR - Welatiyên beşdarî şîna Denîz Poyraz bûn diyar kirin ku ew ê xwedî li HDP’ê derkevin û heta îro gelek partiyên wan çûne lê yên çûne ne ew bûne îqtidar bûne.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin qebûl kir. Piştî biryara AYM’ê, Desteya Rêveberiya HDP’ê li hev civiya û kampanya “Parastina HDP’ê” da destpêkirin. HDP wê li gelek bajaran hevdîtinên bi gel re û mitîngan li dar bixe. Mitînga ewil a HDP’ê wê li Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin were lidarxistin.    Me doza girtina HDP’ê ji welatiyên beşdarî şîna Denîz Poyraz a li Îzmîrê didome bûn pirsî. Welatiyan bertek nîşanî doza girtinê da.   ‘EM Ê DÎSA BI SER BIKEVIN’    Seyît Ûzûn diyar kir ku heta niha 5 partiyên kurdan hatine girtin û piştî her girtinê kurd xurtir rabûne. Ûzûn destnîşan kir ku girtina partiyan ne çare ye û got: “Girtina HDP’ê dewama girtina înkara kurdan e. Bi hedef nîşandana MHP’ê girtina HDP’ê ketiye rojevê. Di destê îqtidarê de tiştek ku pê siyasetê bike nemaye, berê xwe daye kurdan û HDP’ê. Ew jî dizanin girtina HDP’ê ne çare ye. Em heta dawiyê li pey HDP’ê û kampanyayê wê ne. Em ê jî li ber xwe bidin. Yên ku digotin ‘Kobanê ket û wa dikeve’ bi ser neketin. Gelê kurd bi ser ket û DAIŞ û şirîkên xwe têk çûn. Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim, em ê dîsa bi ser bikevin.”    XWEDÎDERKETIN BERPIRSIYARÎ YE    Yaşar Akman jî da zanîn ku di amadekirina îdianameya bo girtina HDP’ê de jî diyar dibe ku daraz ne serbixwe ye û ew ê heta dawiyê xwedî li HDP’ê derkevin. Akman destnîşan kir ku xwedîderketina HDP’ê wezîfe û berpirsiyariya wan e.    Sultan Demîr jî anî ziman ku divê li Tirkiyê êdî pêvajoya girtina partiyan were rakirin û got: “Em qet vê girtinê qebûl nekin. Tenê ne gelê kurd, gelên din jî qebûl nake. Divê her kes xwe li dora HDP’ê bike xelek û xwedî derkeve. Partiya me çi biryarê bide em ê li pey biryara wê bin.”    PARIYA BI MILYONAN E    Şerîf Ozdemîr jî diyar kir ku bi milyonan kes xwedî li HDP’ê derdikeve û got: “Dema em li neçareserkirina pirsgirêka kurd dinêrin her hikumet û îqtidar berpirsiyar e. Divê tenê ne gelê kurd divê hemû gelên Tirkiyê li dijî hewldana girtina HDP’ê rabe ser pêya.”    ‘EW BI XWE DIÇIN’    Feyziye Pulat jî destnîşan kir ku di pêvajoya têkoşîna mafdar a gelê kurd de gelek partiyên kurdan hatin girtin lê kurdan paş ve gav neavêt û got: “Em bûn şahidên gelek partiyan. Baş e, tişta ku xwestin bi ser xistin gelo? Naxêr bi ser neketin. Dema bi ser nakevin jî ew bi xwe diçin. Kîjan îqtidarê girtina partiyê kiribe rojeva xwe, ew bi xwe ketiye. Dîrok jî şahidiya vê dike.”    ‘ZILM LI ME TÊ KIRIN’    Gurbet Ozdemîr jî destnîşan kir ku bi salan e zilm li kurdan tê kirin û girtina partiyan jî parçeyek ji vê zilmê ye û got: “Êdî bes e, em aştiyê dixwazin. Em ê xwedî li partiya xwe derkevin.”    MA / Nacî Kaya