Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê 2021-06-23 12:22:47   ENQERE - Di doznameya girtina HDP'ê de hevdîtinên siyasetmedarên HDP'î yên dema pêvajoya çareseriyê ku bi agahiya dewletê bi rêveberên rêxistinê re kirine sûc hatine hesibandin. Ev hevdîtin li ser daxuyaniyên hin îttîrafkaran li doznameyê de hatine barkirin.      Di hûrguliyên doznameya girtina HDP'ê ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat qebûlkirin de xalên girîng hene. Di doznameyê de biryara redkirina AYM'ê ya doznameya beriya niha hatibû amadekirin hatiye rexnekirin û kêmasiyên ku AYM'ê bal kişandibû ser wan jî hatiye angaştkirin ku "bêyî ku dudilî çêbibe" hatine tespîtkirin. Lê rexmî vê jî serdozgeriyê derbarê siyasetmedaran de cih nedaye tu delîlî.    Di doznameyê de der barê hin HDP'iyên ku bi xebatên xwe yên beriya endamtiya xwe ya HDP'ê hatine sûcdarkirin qedexeya siyasetê nehatiye xwestin. Lê dîsa jî ji 451 HDP'iyan re qedexeya siyasetê hatiye xwestin. Di nav van kesan de kesên ne HDP'î, kesên ji partiyê îstifa kirine û kesên bûne serokên giştî hin partiyên din jî hene. Fezlekeyên derbarê van siyasetmedaran de û dozên li wan hatine vekirin di doznameyê de cih digirin.    SIYASETMEDARÊN JI WAN QEDEXE NAYÊ XWESTIN   Siyasetmedarên ku navê wan di doznameyê de cih digire û ji wan re qedexeya siyasetê nayê xwestin wiha ne: "Bengî Yildiz, Asiye Kolçak, Gulçîn Îsbert, Arîfe Çinar, Yuksel Mûtlû, Gultekîn Koçdemîr, Ahmet Saymadî , Alî Aslan, Çîçek Ariç, Fatma Dogan, Mûzaffer Tûnç, Abdûrrahman Dogar, Ahmet Aday, Kadriye Ozguç, Semra Guneş, Serdar Batûr, Zelîha Kocaman, Zubeyde Zumrut, Melîke Goksû, Aydin Orûç, Cîhan Amaç, Gulseren Oner, Halîl Akbaş, Îbrahîm Halîl Kiliç, Îbrahîm Kasûn, Mehmet Selîm Ozbek, Mûrat Balyecî, Zelîha Karinca, Songul Salman, Mehmet Saît Bor, Şukru Kagir, Yûnûs Gurbey, Mîryekta Adibellî, Metîn Goze , Fîlîz Akilçagi, Mehmet Şîrîn Dînar, Ramazan Efendîogûllari, Mûstafa, Abdûlhamît Keskîn, Mîkaîl Gozek, Îsmaîl Demîr, Fahrî Piçak, Abdûrrahman Abic, Bahar Ekîncî, Ergun Koç, Ferhat Temel , Kemal Çakmak, Nevzat Can, Osman Azak, Remzî Boztaş, Sabrî Batûr , Sadik Tûran, Turkan Poyraz, Meşhet Sririmsi, Ozgur Aras, Sevtap Akdag Karahali, Saît Tayci, Hurriyet Kaytar, Helîn Yilmaz, Yuksel Bûdak, Erhan Basût, Halîde Turkoglû, Songul Erden , Kemal Koç, Erkan Yilmaz , Mahmût Arik, Selvî Gungormuş, Perîhan Agaoglû, Leyla Daghan.”   GOTINÊN DERBARÊ ELÇÎ JÎ KIRINE MIJARA SÛC   Di doznameyê de rêxistibûna PKK/KCK'ê tê vegotin û tê angaştkirin ku HDP xebatên xwe yên rêxistinbûnê weke xebatên siyasî Vedişêre. Her wiha pêvajoyên girtina HEP, DEP, DEHAP, HADEP ve DTP'ê tên bibîrxistin û cih ji fezlekeyên derbarê siyasetmedaran re hatiye veqetandin. Gotinên Parlamentera berê ya HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk ên derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî "Em ê şervanên berxwedanê ji bîr nekin" de jî doznameyê de cih girtine û hatiye destnîşankirin ku Ozurk pesnê endamên rêxistinê daye.    SIYASETMEDARÊN DI HDP'Ê DE SIYASET NAKIN JÎ DI DOZNAMEYÊ DE NE   Parlamenterê berê yê Wanê yê DTP'ê Ozdal Uçer û Parlamentera berê ya Agiriyê ya HDP'ê Leyla Zana ku niha di HDP'ê de siyaset nakin û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oner ku di HDP'ê de siyaset nake jî di doznameyê de cih girin û ji wan re jî qedexeya siyasetê tê xwestin.    PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ   Di doznameyê de hevdîtinên siyasetmedarên HDP'î yên dema pêvajoya çareseriyê ku bi agahiya dewletê bi rêveberên rêxistinê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine jî sûc hatine hesibandin. Hin nîşeyên van hevdîtinan li doznameyê hatine barkirin. Lê balkêş e ev nîşe ne yên der barê hevdîtin Ocalan ên bi heyetên dewletê re ne. Pêşniyarên Ocalan ên derbarê avakirina HDP'ê û guhertin û rol û mîsyona DBP'ê de di doznameyê de cih digirin.    DOZNAMEYÊN CEMAETA GULEN JÎ  LI DOZNAMEYÊ HATINE ZÊDEKIRIN   Guhdarîkirinên bêusûl ku bingeha operasyonên KCK'ê yên Cemaeta Fethullah Gulen ku bi armanca tesfiyekirina siyaseta kurd hatine lidarxistin jî di doznameyê de cih digirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re yên sala 2011'an li doznameyê de hatine barkirin. Di vê beşê de cih ji nêrînên Ocalan ên derbarê BDP'ê de û encamên hilbijartinên parlamentoyê yên di meha hezîrana sala 2011'an de hatibûn lidarxistin re hatiye veqetandin.    ANGAŞTA SOYLÛ YA GARÊ!   Angaştên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên derbarê Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr de ku digot, 'Taşdemîr çûye Garê' jî di doznameyê de cih digirin.    MALBATÊN LI PÊŞIYA HDP'Ê   Serdozgeriyê di doznameya xwe de cih daye angaştên malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê runiştîne. Di doznameyê de ji nav û angaştên van malbatan tabloyeke hatiye amadekirin. Sûcdariyên ku van malbatan bi angaştan li HDP'ê dikin di van tabloyan de hatine bicihkirin. Di vê bêşê de angaştên kesê bi navê Abdullah Orhan dike bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.  Ev kes derbarê HDP'ê de di sala 2010-12'an de angaştan dike. Lê di van salan de hê HDP'ê nehatiye avakirin.