Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn 2021-06-23 17:01:42   ENQERE - Di Doza Kobanê de ji Ayşe Yagci ya tê darizandin dosyeya wê ya 20 sal berê jê hat pirsîn.    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik û rêveberên HDP’ê doz şopandin.    Danişînê bi parastina endamê Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Îsmaîl Şengul dest pê kir. Şengul sûcdariyên li ser xwe red kir û got ev doz ne hiqûqî ye û xwest were berdan.    Parêzerê Şengul, Umut Vedat Açar parastinê kir û daxwaza berdana miwekîlê xwe kir.    BI HDP’Ê SERBILIND E    Ayşe Yagci ya di navbera salên 2013 û 2014’an de endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê bû jî parastina xwe kir. Yagci destnîşan kir ku ev 9 meh in ew bi awayek bêhiqûqî û li ser îdiayên pûç girtî tên darizandin. Yagci anî ziman ku ew bi ser bilindî li HDP’ê rêveberiyê kiriye û ew ê her bi HDP’ê serbilind be. Yagci got ew îdiayên derbarê xwe de qebûl nake û xwest were berdan.    DOSYEYA 20 SAL BERÊ JÊ HAT PIRSÎN    Piştî parastinê Yagci çeperast hat darizandin. Serokê dadgehê dosyeyek 20 sal berê ku Yagci jê hatiye darizandin jê pirsî. Yagci da zanîn ku dosyeya 20 sal berê ew jê hatiye darizandin dîsa danîne pêşberî wê û ew dosye hatiye girtin.    DAXWAZA GUHERTINA CIHÊ TUNCEL HAT KIRIN    Di danişînê de parêzer Cemîle Turhalli Balsak jî parastina miwekîlên xwe kir. Balsak xwest miwekîla wê Sebahat Tuncel ji Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa L neqlî Girtîgeha Sîncanê ya Jinan were kirin.    Serokê dadgehê diyar ki ku ew ê ji bo neqilkirina Tuncel ji îdareya girtîgehê re nivîs nivîsandiye.    DAXWAZA TEHLIYÊ    Balsak parastina miwekîla xwe Ayşe Yagci jî kir û xwest vê dosyeya 20 sal berê ji nava vê dosyeya heyî were derxistin û daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir.    Danişîn bi parastina Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder berdewam dike.