Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan 2021-06-23 18:13:47   WAN - Waniyan ji bo Denîz Poyraz a hat kuştin, mewlûd dan.   Waniyan li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, ji bo xebatkara partiyê Denîz Poyraz ku li Îzmîrê li avahiya partiyê hat kuştin, mewlûd da. Li avahiya partiyê sê roj in şîna Poyrazê hatibû danîn û îro jî mewlûd hat dayîn. Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Bajêr, Hevserokên HDP'a Wanê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên TÛHAY-DER'ê û gelek welatî tevli mewlûdê bûn.