Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê 2021-06-23 20:56:44   STENBOL – Şîna ku HDP'a Stenbolê ji bo Denîz Poyrazê daniye, di roja sisêyan de didome.    Şîna ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat kuştin, danî di roja sisêyan de ye. Îro Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), ÎDP, Partiya Çep, Federasyona Şoreşger a Demokratîk, Federasyona Komeleyên Elewîyên Demokratîk (DAD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Kedkarên Çapemenîya Azad, ji bo şînê çûn avahiya HDP'ê. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu û hevserokên partiyê yên Stenbolê serdêran pêşwazî kirin.    Saziyên ji bo şînê hatin avahiya partiyê, sersaxiya HDP'ê kirine û piştevaniya xwe ya li dijî êrîşan diyar kirin.