Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin 2021-06-24 09:57:50   STENBOL - Polisan, serê sibehê bi ser mala aktîvîstên TJA'yê û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê ku qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin de girtin û ew binçav kirin.    Di saetên serê sibehê yên zû de polisan, li Stenbolê bi ser malan de girtin û herî kêm 4 aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê binçav kirin. Hat hînbûjn ku polisan li malên hemû rêveberên HDP'a Esenyûrtê lêgerînm pêkanîne. Polisan, ji bo binçavkirinê weke hincet şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz nîşan dan.   Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Aktîvîsta TJA'YÊ Salîha Yoyle, rêveberê HDP'a Esenyûrtê Kerem Îpeklî, Hevserokên berê yên HDP'a Esenyûrtê Nedîm Karçik û Hanim Sever.