‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’ 2021-06-24 10:14:36   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû sê salên Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê nirxand û bi têkoşîna HDP’ê û hêzên demokrasiyê ev rejîma ku li welat pirsgirêkan kûr dike dikare were hilweşandin.    Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê 3 sal li pey xwe dihêle. Di 16’ê Nîsana 2017’an de ji bo guhertina destûra bingehîn referandûm pêk hat û piştî vê di 24’ê Hezîrana 2018’an de Hilbijartina Giştî hat lidarxistin. Bi vê awayî Tirkiye derbasî Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê bû. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi rêjeya 52,59 dengan bû serokkomar û pişt re pergala nû xist dewrê. Ji roja ev pergal ketiye dewrê kêşeyên cidî yên li welat jî zêde bûn.    GELEK TIŞT GUHERIN    Bi pergala nû re Serokkomar jî bû serekê birêvebirinê. Desteya Wezîran ji holê hat rakirin û Kabîneya Serokkomariyê xistin şûna vê desteye. Hejmara wezaretan ji 26’an daxistin 16 wezaretan. Biryar hat dayîn ku wezîr ji derveyî Meclîsê werin bijartin. Bi vê pergalê re her tişt ket destê Serokkomar Erdogan.    DARAZ KETIYE DESTÊ SEROKKOMARIYÊ    Daraz û dadgehên leşkerî hatin rakirin. Hejmara endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji 17 kesan daxistin 15 kesan. Di pergala AYM’ê de tu guhertin heat kirin. Bi vêpergala nû re mudaxileyî qada darazê hat kirin û tayînkirina dadgerên bilind jî dewrî Serokkomariyê kirin.    BUDÇE DI DESTÊ ERDOGAN DE YE    Bi pergala nû re rayeya amadekirina budçeyê ya Meclîsê ji dest hat girtin. Rayeya amadekirina budçeyê jî ket destê Serokkomariyê. Rayeya Rewşa Awarte (OHAL) jî ku were ragihandin ket destê Serokkomariyê. Serokkomar xwedî wê rayeyê ku OHAL’ê dikare dirêj bike.    MECLÎS JI HEV HAT XISTIN    Rayeya Meclîsê ya kontrolkirina wezîran hat rakirin. Mafê pirsvareyê (gensorû) ya parlamenteran ku pêşkêşî Meclîsê dikirin ji destê wan hat derxistin. Rayeya ku parlamenter pirsan ji wezîran bikin jî hat rakirin. Ji bo serokkomar, cîgirê serokkomar û wezîr dikaribin werin darizandin şerta îmzeya 400 parlamenteran anîn û ku dikaribin ji bo darizandinê bişînin Dîwana Bilind.    ABORÎ Û BÊKARΠ   Ji roja ku pergala berê rakirin û pergala nû anîne bêkarî û aborî serûbin bûye û her ku diçe rewşa aborî ber bi nebaşiyê ve diçe.    PIRSGIRÊKA KURD    Bi vê pergalê re her wiha zext û tundiya li ser qada siyasetê jî zêde bû. Erdogan piştî hat bijartin partiyên siyasî yên muxalefetê bi têgeha “terorê” krîmînalîze kir. Her roja ku çû pirsgirêka kurd hin bêtir kûr bû û şer û operasyon zêde bûn. Bi polîtîkaya şer û tecrîdê re jî zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde bûn. Di van rojên ku ev pergala nû sê salan li pey xwe dihêle girtina HDP’ê di rojevê de ye.    PÎROGLÛ: DEMA DAWIYA ÎQTIDARÊ HATIYE    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû van sê salên pergala nû nirxand û destnîşan kir ku piştî pergal hatiye guherîn ew derbasî pêvajoya OHAL’ê ya di bin kontrola Erdogan de bûne. Pîroglû anî ziman ku piştî ragihandina OHAL’ê ya di 20’ê tîrmeha 2016’an de parlamento bi temamî derveyî rayeyê hat hiştin û ev parlamentoya heyî destekê dide rejîm û dîktatoriya Erdogan. Pîroglû da zanîn ku armanca Erdogan ew e ji bo xwe li ser pêya bigire vê rejîma ku her roj zextan dike mayînde bike. Pîroglû diyar kir ku bi vê pergala nû re tabloya Tirkiyê di her warî de guheriye û her roj tundî, zext zêdetir bûne û di warê siyasî, civakî û aborî de krîz li ser krîzê pêk tê. Pîroglû destnîşan kir ku bi pergala Erdogan a nû re torpîl, bertîl û gendelî jî zêde bûye û însan dixwazin gavek berê gavekê Erdogan û rejîma xwe ya ku zextan dike biçin. Pîroglû da zanîn ku êrişa li Îzmîrê ya li dijî partiya wan pêk hat encama polîtîkayên îqtidarê ne ku pergalê guhertiye û qewimandinên li dijî HDP’ê û muxalefetê didin nîşandan ku divê Tirkiye biçe hilbijartinê. Pîroglû destnîşan kir ku ew gihîştine serdama dawî ya îqtidarê û got: “Bi van kirin û tiştên li ber çav diqewimin re dawiya îqtidarê hatiye û gav bi gav êdî wê biçin. Yanî bi têkoşîna hevpar a HDP’ê û hêzên demokrasiyê em dikarin îqtidarê hilweşînin.”    MA / Berna Kişin