Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin! 2021-06-24 11:14:17 WAN - Li Wanê, ku bi hezaran penaber tê re derbas dibin, qaçaxçîtiya mirovan gihîştiye wê astê ku nayê veşartin. Penaberên ku di axurên sergirtî de, bi rojan tî û birçî dimînin, bi şev ji bo bajarên cuda tên veguhestin.   Ji Afganîstan, Pakîstan û Îranê ber bi Wanê ve bazirganiya mirovan bi aşkere dest pê kiriye. Penaberên ku bi ser Wanê re, ji bo bajarên rojava tên şandin, bi rojan tî û birçî di axurên sergirtî de tên rawestandin. Ajansa Mezopotamya (MA), bi dehan penaberên ku li bendêne, ji bo bajarên cuda bên veguhestin, di axurekê navenda bajêr de wêne û dimenên penaberan kişand.    AŞKERE DIKIN   Penaberên ku ji aliyê qaçaxçiyan ve li gundên sinorên navçeyên Ebax, Qelqelî, Seravê û Elbakê tên girtin, bi wesayîtan tînin navenda bajêr. Ev penaber dûre ji navçeyên Erdîş û Westanê, bi rêyên bajahî û kêştiyan, dişînin navçeya Tetwan a Bedlîsê.   DI AXURAN DE DIDIN SEKINANDIN   Penaberên ku di axur û xaniyên vala yên li gelek taxên navenda bajêr de tên bi cih kirin, bi rojan tî û bîrçî tên rawestandin. Di dîmenên ku me li Taxa Hisar a girêdayî navçeya Rêya Armûşê kişandin de, şert û mercên dijwar ên penaberan radixe ber çavan. Penaberên ku jin û zarok jî di nav de hene, ji axurên ku tê de tên ragirtin, serê sibehê bi kamyon, otobus, erebe û mînîbusan dibin Tetwanê.     BALA POLÎSAN NAKÊŞE   Welatiyên li taxê her roj şahidiya vê yekê dikin, lê polîsên ku her tim dewriye digerin, qet bala wan qaçaxçîtiya mirovan nakêşe. Welatiyên taxê difikirin ku polîs ji bo vê rewşa penaberan, çavên xwe digirin û paşguh dikin. Welatiyên her roj şahidiya vê rewşê dikin, li dijî muameleya xirab a penaberan bi hirs û îsyan dikin.    NANEKÊ BI 10 TL’AN DIDIN PENABERAN   Niştecihên taxê, diyar kirin ku ji bilî av û nan tu tiştekê ji bo penaberan nayê dayîn û got, nanek bi 10 TL’an difiroşin penabaran.