Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne 2021-06-24 11:35:10 MEXMÛR - Şandeya KNK’ê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Şandeyê piştgiriya xwe bi şêniyên wargehê re anî ziman.   Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, Endamên KNK’ê yên Başûrê Kurdistanê Awrîn Mihemed Karden û Mamosta Çeto Biranîtin pêk dihat serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Şande li Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê çalakvanên greva birçîbûnê û berdevkên saziyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve hatin pêşwazîkirin.   Piştî pêşwaziyê her dû aliyan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanên anîn ziman û nirxandin di derbarî rewşa heyî û wargehê de hatin kirin. Piştî gotûbêjan li Saziya Malbatê Şehîdan geriyan û ji wir ji derbasî cihê êrişa ku di 5’ê hezîranê de ji aliyê Tirkiyê ve hatibû kirin bûn. Li wir Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat axivî.   MÛRAT: MAFÊ HER KURDEKÎ HEYE DI NAVA ARMAIYÊ DE BIJÎ   Zeyneb Murat di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên Tirkiyê yên li ser wargehê û wiha got: “Em hetin me serdan Mexmûrê kir û niha ji li cihê ku 5’ê hezîranê ji aliyê balafirên bê mirov yê dewleta Tirk ve bombebarankirî ne. Vir cihê dibistanên zarokan e, ti baregahên leşkerî li vir nînin. Ev êriş li dijî mafê mirov û qanûnê navdeweletî ye. Em vê êrişê şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê wargehê didin diyarkirin. Em li vir bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan dikin ku li dijî êrişên li ser gelê medenî bêdeng nemînin. Mafê her ferdeke kurd heye ku li ser axa Kurdistanê di nava aramiyê de bijî. Ji bo ku ev wargeh û hemû gelê kurd aram bijîn, divê em wek gelê kurd bi erk û berpirsyariyên xwe yê netewî rabin.”   Murad di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li gelê kurd kir û got: “Encex em bi yekîtiya netewa kurd dikarîn li dijî van êriş û dagirkeriya heyî rawestin û azadiya xwe mîsoger bikin.”   'DIVÊ ÇARENÛSEK AZAD WERE BIDESTXISTIN'    Piştî axaftina Zeyneb Murat li ser navê gelê Wargehê ji Endama Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Xweser Leyla Arzu Îlhan axivî.   Arzu Îlhan di destpêkê de kefxweşiya xwe ji bo hatina Şandeya KNK’ê diyar kir û wiha got: “Di demek wiha de hatina şandeya KNK’ê ji bo me cihê şanaziyê ye. Em wek gelê wergehê xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya kurdan dike ji nêz ve dişopînin. Em di wê baweriyê de ne, wê bi van xebatan çarenûsek azad ji bo gelê kurd were bidestxistin.”   Herî dawî şandeyê ji bo gelê Wargehê civînek çêkir, di civînê de rewşa dawî û yekîtiya kurdan hate nirxandin. Şandeyê da diyarkirin ku hewlidanên wan yên ji bo lidarxistina kongreya netewî berdewam bikin.