Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn 2021-06-24 13:31:46   STENBOL - Di doza Hrant Dînk de biryara ku Fethulah Gulen û 11 bersûcên din di nava 15 rojan de venegerin Tirkiyeyê dê dest deynin ser malê wan hat dayîn.   Di danişîna biryarê ya doza ku di 26’ê adarê de hat lidarxistin de têkildarî kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, biryara veqetandina dosyaya serokê cemaeta Gulen, Fetulah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, Ekrem Dûmanli, Adem Yavûz Arslan jî di nav de 13 bersûcên fîrarî hat dayîn. Derbarê bersûcên ku biryara veqetandina dosyaya wan hat dayîn de biryar derket. Li gorî biryarê Fethulah Gulen û 11 bersûcên din di nava 15 rojan de venegerin Tirkiyeyê, wê mal û milkê wan wek qaçax were hesibandin û dest deynin ser malê û milkê wan.