Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek 2021-06-24 14:03:37   AMED - Di danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren de daxwaza ku dozên wê bibin yek hat kirin.    Danişîna 13'emîn a doza bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" li rojnameger Kîbriye Everen hatibû vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Evren beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Resûl Tamûr û Pîrozhan Karalî li danişînê amade bûn.    Serokê dadgehê da zanîn ku îdianameya doza têkildarî Evrenê bi idiaya "Endamtiya rêxistinê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hatiye vekirin di navbera celseyê de xwestine û ji bo bi vê dozê re bikin yek li ser îddianameyê lêkolîn kirine. Serokê dadgehê diyar kir dîrokên sûcdarkirinê yên îdianameyê, ji sûcdarkirinên doza niha ya Evren jê tê darizandin hin kevntir in.     DAXWAZA DOSYE BIBIN YEK    Parêzer Resûl Tamûr diyar kir ku sûcdarkirin kevn in lê îdianameya li Mêrsînê piştî doza ku li Amedê jê tê darizandin hatiye amadekirin û daxwaz kir ku îdianame bi vê dozê re bibe yek.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya Dadgehê biryara ji bo herdu doz bibin yek ji 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê re nivîs bê nivîsandin da û kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin danişînê taloqî 11'ê mijdarê kir.