Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin 2021-06-24 14:49:22 STENBOL - Emîne Şenyaşar di Konferansa Demokrasiyê de axivî û got: “Malbata min tune kirin. Êdî tu qeweta me nîne em îdare bikin.”    Emîne û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) jî beşdarî Konferansa Demokrasiyê ya li Stenbolê bûn û di konferansê de axivîn.    ‘MALBATA MIN TUNE KIRIN’   Emîne Şenyaşar bi kurdî axivî û wiha got: “108 roj in em nobeta edaletê digirin. Hevjînê min û zarokên bi hovîtî hatin qetilkirin. Li ber çavê xelkê û kamerayan hatin qetilkirin. Qeydên kamerayên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê rayedaran ve hatin tunekirin. Qatil li derve ne, lê kurê min girtî ye û di bin tecrîdê de ye. Her tim me binçav dikin. Zile li me tê kirin. Pir hovane ne. Erdogan radibe qatilan dike parlamenter. Qey nizane ew dizek û qatil e? Malbata min tune kirin. Êdî tu qeweta me nîne em îdare bikin. Ez nikarim li malê bisekinim. Em her roj li ber edliyeyê ne. Tenê edaletê dixwazim. Bila êdî kurê min Fadil berdin. Em di vê têkoşîna edaletê de tenê tên hiştin. Em dixwazin her kes piştevaniya têkoşîna me bike.”    Piştî vê axaftina Emîne Şenyaşar li eywanê beşdaran bi yek dengî dirûşma “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” berz kirin.    'HETA EDALET PÊK WERE…’    Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn û lê hêj biryara “veşarî” li ser dosyeyê heye û got: “Lêpirsînek bi rêkûpêk nayê birêvebirin. Lewma em li edaletê digerin. Gelek caran me binçav kirin. Heta ku edalet cihê xwe bibîne wê têkoşîna me berdewam bike. Em dixwazin her kes piştevaniya me bike.”    Konferans bi axaftina beşdarên din berdewam dike.