TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin 2021-06-24 15:02:03   AMED - TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê xwest ku Dr. Şeyhmûs Gokalp bi awayekî adil were darizandin.    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Odeya Bijîşkan a Amedê, têkildarî danişîna doza derbarê endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp de hatiye vekirin, li avahiya Odeya Bîjîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Konseya Navêndî yê TTB’ê yê berê Erîş Bîlaloglû, Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût, Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya, rêveberê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk, endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Taner Goren, endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp û Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran û endamên odeyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran axivî.    Tûran, diyar kir ku ji bo Dr. Şeyhmûs Gokalp darizandineke adil dixwazin û bi bîr xist ku Gokalp di çarçoveya lêpirsînekê de di 20’ê mijdarê 2020’an de hatiye binçavkirin, bi awayekî bê hiqûqî hat girtin û piştî 3 mehan di 10’ê sibatê de di danişîna ewil de hat berdan.    Tûran, bi lêv kir ku di serdemeke ku daraz siyasî bûye de li cem têkoşîna mafdar a Gokalp’in û wiha axivî: “Em dizanin ku bê sûc e. Em şahidê parastina wî ya nirxên bijîşktiyê, ked, demokrasî, mafê tenduristiyê û jiyanê yê civakê ne. Em dixwazin ku darizandina wî demildest bi dawî bibe û doza ku sibê were dîtin de darizandineke adil pêk were.”   Piştî endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Taner Goren axivî û wiha got: “Ev dozeke kesayetî nîne doza welat e. Em dixwazin Gokalp beraet bike.”   Dûre Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût axivî. Bûlût, da zanîn ku ev doz di kesayeta Gokalp de dozeke ku li aştiyê hatiye vekirine û wiha got: “Edalet ji holê rabe wê pêşeroja welat ji holê rabe.”   PIŞTEVANIYÊ HÊZA BERXWEDANÊ DA     Endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp jî diyar kir ku ji roja hatiye binçavkirin ve piştevaniyeke hêja dîtiye û wiha axivî: “Em ji darizandinê natirsin. Dema em tên darizandin dixwazin bi awayekî adil werin darizandin. Mi di karê xwe de têkoşîna demokrasî, wekhevî û mafê tenduristiyê da. Ez difikirim ku hemû mirovan di çarçoveya aştiyê de mafê jiyanê heye. Ez dixwazim ku zarok nemirin.”